|
Rojekê Nedikarî Saetên Xwe Bijimêr
Saet yek:
Li eywana pêþwaziyê, li bin dengê saeta dîwaran
Þev e, roja bihurî bi wê dawî bû,
ya nû dest pê kiriye.
Saet didu:
Di xewê de girtiyek heye
Bi hiþên xwe li der e, bi titûnê dikewîne birîna xwe.
Saet sisê:
Li ber zinarekî bazek li ser piyan e
Li benda hevalên xwe ye, gelek li paþ mane.
Saet çar:
Di newalekê de, þervan wekî hebên tizbiyan bi rêketine
Bê tirs in!
Bê xew in... westiyane... tî ne... birçî bûne...
Saet pênc:
Li qûntara çiyayekî, li doraliyê kaniyekê
Kergoþkeke bi ducana radibe,
sîxurek wê dide ber tîran.
Saet þeþ:
Li bajarekî, komek karker diçin kargehên xwe
Sîxurekî kulek dikeve þopa wan,
haya wan jê heye.
Saet heft:
Li dibistanekê, paqiþiya sibê ya derdorê çêdibû
Parsekê navsal li hemberî deriyê wê rûniþtiye,
tizbiyê dikiþîne.
Saet heþt:
Cemseyek ji aliyê rojhilat de hat, hêdî hêdî derbas bû
Di nav leþkeran de du sivîl hebûn,
digotin merekî jinek revandiye.
Saet neh:
Du piþtîvanan, barên xwe ji sînorparêzan xilas kiribûn
Di kortekê de xwe dirêj kiribûn;
dikirin pistepist û dikeniyan.
Saet deh:
Di salona konferansê ya zanîngeha paytextê dîrokî de
Profesorekî rojavayî, semînerek dida
der barê pirbûna nifûsa herêmî de.
Saet yazdeh:
Jina ku di þerê bêwate de mêrê xwe winda kiribû
Ji kolaneke beziyabû kolaneke...
nanê lawaþê firotibû û vedigeriya.
Saet dozdeh:
Þîrmijek di bêþîka xwe de digirî
Diya wî hîn ji cilþûþtinê nehatibû,
ji beravxaneya duyemîn çûbû karekî din.
Saet sêzdeh:
Bêhnvedana çayvexarinê bû li qehwexaneya kevirîn
Ji sê gewherfiroþan î kelew,
ji garson nêrgîle ya sêyemîn dixwast.
Saet çardeh:
Li gundekî biçûk, etarê mêrê du jinan
Li siya darê, li ber tiþtê xwe ji xwe ve çûbû;
zarokek bi solên wî dilîst.
Saet pazdeh:
Lawê ku bavê wî li derveyî welat xwedîticaretxane bû
Li otobanê bi taxsiyê,
di saetekê de sê sed kîlometre bi suret diçû.
Saet þazdeh:
Diya ku qîza xwe ya ta pê digire
Li navmilê xwe þidandibû,
ketibû riya navçeyê, diçû cem bijîþk.
Saet hevdeh:
Zilamê pîþewer ê berber
Li qeraxê çêm,
li bin dara çinarê, bi kêrê seriyê kalekî traþ dikir.
Saet hejdeh:
Diçû ber kîjan derî zarokan dida pê wan
Kereçiyê ku bi hirçê re dilîst,
him kilam digotin him li defê dixist.
Saet nozdeh:
Ji dûr ve dengek dihat, bi dengvedanî dihat
Ew deng ê kundê paqreþ bû,
mîna li cihê þînekê bixwîne dixwand.
Saet bîst:
Malbatek tevde li odayê bû
Li televîzyonê temaþe dikirin,
dûmanê kîmyayî, ji navçeyekê bi hilbûyî dikiþiya.
Saet bîst û yek:
Pîra porsorik bi sêwiya birayê xwe ve mabûn
Porê wê þe dikir,
çîroka siltanê fîlan û berxwedana gêrikan pê re dirist.
Saet bîst û du:
Bayê bertavê kefa destê xwe alastibû
Ewrên ku bi ser zeviyan de bibarin,
berê xwe dabûn bandevên çiyayên dûrandiyan.
Saet bîst sê:
Dûredûr birûskan vedijand
Li jêr, bi navê du avan... gul li erdê dinêrin
bi navê þaristaniyê;
Hewlêr a kevin xwe bi ya nû ava dikir,
di bin barê wê de sînor diheziyan!
Saet bîst û çar:
Saet bi saet... roj û dem ji hev nebûn
Saetên rûreþ raziyan,
yên ku bi azadiyê hatibûn xwedîkirin raneziyan.
A. Karabax
(Sewta Berbangê)
<<< ÞÝÝRLER SAYFASINA GERÝ DÖN |